20 April 2026 - 17:41
Source: Roj News
Qaanî: Iraqî bi xwe dê biryara avakirina hikûmeta nû bidin

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (S.X) - ABNA -NAVENDA NÛÇEYAN
Fermandarê Hêza Qudsê Îsmaîl Qaanî ragihand ku armanca serdana li Bexdayê, gihandina spasî û pêzanînên Îranê ji bo gel, merciyet û berpirsên Iraqê bû û got. “Iraqî bixwe dê biryara avakirina hikûmeta nû bidin.”
Fermandarê Hêza Qudsê ya ser bi Artêşa Pasdaran ya Îranê Îsmaîl Qaanî, derbarê sedema serdana xwe ya ji bo Iraqê û civîna bi berpirsên Bexdayê re daxuyaniyek belav kir.
Îsmaîl Qaanî diyar kir ku avakirina hikûmeta nû tenê mafê rewa yê gelê Iraqê bixwe ye û destwerdana her aliyekî di vê mijarê de red dikin, hilbijartin û diyarkirina serokwezîr tenê biryara Iraqiyan bi xwe ye.
Qaanî destnîşan kir ku ‘nabe sûcdarên dijî mirovahiyê destwerdanê di karûbarên navxweyî yên Iraqê de bikin, ji ber ku Iraq ji wan mezintire’.
Hêjayî gotinê ye ku di rojên borî de Fermandarê Hêza Qudsê Îsmaîl Qaanî bi serdaneke veşartî gihîştibû Iraqê. Beşek ji medyaya Iraqê belav kiribû ku serdana wî bi mijara diyarkirina serokwezîr û komên çekdar ên Iraqê ve girêdayî ye.

Qaanî: Iraqî bi xwe dê biryara avakirina hikûmeta nû bidin
 

Your Comment

You are replying to: .
captcha